Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Artêşa Amerîka Hemû Armancên Leşkerî li Girava Xerg a Îranê Wêran Kir

Serokê Amerkayê Donald Trump roja Înê ragihand ku hêzên artêşa Amerîkayê armancên leşkerî li girava Xerg a Îranî tune kirine.

Trump di postekê de ser platforma Truth Social got: "Berî çend kêlîkan, bi fermana min, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê yek ji êrîşên bombeyî yên herî bihêz di dîroka Rojhilata Navîn de pêk anî û bi tevahî her armanceke leşkerî li Girava Xerg ya Îranê tune kir."

Girava Xerg wekî çavkanîyeke serekî ya aborîya Îranê tê dîtin, ji ber ku dora 90% ji nefta xav ya welêt tê re derdikeve cîhana derve. Ev cara yekê ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê ve ku ev girav rastî êrîşan hatiye.

Serok Trump got ku ji ber sedemên exlaqî wî biryar da ku binesazîya neftê li giravê ji holê raneke.

"Lê belê, eger Îran, an ti alîyekî din, tiştekî bike bi mebesta maytêkirina li derbasbûna azad û ewle ya keştîyan di Tengava Hormuzê re, ezê demûdest vê biryarê careke din li ber çavan bigirim," Trump da zanîn.

Di dirêjahîya daxuyanîya xwe de, Serokê Amerîkayî got ku wî artêşa Amerîka kiriye ya herî bihêz û karîger li ser asta cîhanê.

"Şîyana Îranê tune ye berevanîya tiştekî bike ku em dixwazin êrîş bikin... Îran dê qet çekekî navokî bidest nexe, ne jî dê şiyan hebe ku gefê li Amerîka, Rojhilata Navîn û cîhanê bike," Trump diyar kir.

Wî herwiha got ku "dê artêşa Îranê û hemû kesên ligel vê rejîma terorîst aqilmend bin ku çekên xwe deyînin û tiştê ku ji alîyê wan maye rizgar bikin, tevî ku gelek jê nemaye."

XS
SM
MD
LG