Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rêka Tengava Hormuzê Vebû û Îranê Kontrolên Navokî Qebûl Kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê agahîyeke nû derbarê Tengava Hormuz û Îranê ragihand.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku do Duşemê “19 milyon bermîl petrol di Tengava Hormuzê re derbas bûne, ku ev asta herî bilind a dîrokê ye. Buhayê petrolê pir dadikeve û cîhan niha cihekî pir ewletir e.”

Di daxuyanîyeke berê wê de, Trump got ku Îranê bi tevahî û herdem qebûl kirîye ku kontrolkirina herî bilind li ser karên navokî çêbibin.

Serok Trump herwiha got ku ev yek wê “Rastgoya Navokî” misoger bike û eger ew vê qebûl nekin, wê ti gotûbêjên din çênebin.

Serokê Amerîkayê got ku “ji ber Îranê mercên mezin qebûl kirine, wan li hev kirîye ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne û dorpêça deryayî êdî tune ye. Lê belê, eger hewce bike, hemû keştî li cihê xwe dimînin da ku dorpêçê dîsa destpê bikin, ku ev yek di vê gavê de pir dûr xuya dike.”

Di dawîya daxuyanîya xwe de, Serok Trump behsa mercekî peymana navbera Amerîka û Îranê kir. Trump got ku ew pereyên ku Amerîka serbest berdide, diçin hesabekî ku di bin kontrola Amerîkayê de ye.

Herwiha, serokê Amerîkî soz da ku “ev pere tenê ji bo kirîna xwarin û dermanan ji Amerîkayê tê bikaranîn, wekî garis, genim, soyaya cotkarên me yên Amerîkayê. Îran pir hewceyî van tiştan e. Li wir krîzeke mirovî heye û divê em niha alîkarîyê bikin, berî ku pir dereng bibe.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG