Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Cihê Hemû Berpirsên Komara Îslamî Dizanin

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê li ser Kenala Fox Newsê got, "Em ê rasterast li ser esmanê Tehranê bifirin û çi tiştê em bixwazin emê bikin." Wek nîşana serdestîya esmanî ya Amerîkayê li ser Îranê û lawazîya berevanîya esmanî ya Komara Îslamî.

Trump got,"Tiştê din ê ku me ji holê rakirin, rêberên wan bûn... Me Rêberê Bilind, wekî ku wan jê re dibêjin, Xamineyî ji holê rakir. Piştre wan kesekî din danî, me ew ji holê rakir, û me hin ji rêza sêyemîn ji holê rakirin."

Serok got ku Amerîka niha yên mayî kontrol dike, lê "em dizanin ew hemû li ku ne."

Serokê Amerîkî anî ziman ku "gelek kêm kes hene ku dixwazin bibin rêberê Komara Îslamî. Hûn dizanin, her kes dixwaze bibe serokê Amerîkayê. Her kes dixwaze bibe serok an serokwezîrê welatekî diyarkirî. "Divê ez ji we re bêjim, niha gelek kes nînin ku dixwazin bibin rêberê [Komara Îslamî ya] Îranê.”

Wî got ku niha her kes hewl dide ji vê desthilatdarîyê bireve.

XS
SM
MD
LG