Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Me 9 Keştîyên Şer yên Îranî Wêran Kirine

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê 9 keştîyên şer yên Îranê wêran kirine.

"Ez hatim agahdarkirim ku me 9 keştîyên şer yên Îranê wêran û binav kirine, ku hinek ji wan mezin û girîng bûn," Trump îro Yekşemê di postekê de ser platforma Truth Social got.

Serok Trump got: "Em didin dû yên mayî. Ewê nêzîk têkevin binîya deryayê."

Trump di dirêjahîya posta xwe de da zanîn: "Herwiha di êrîşeke cuda de, me bi bingehên wan yên deryayî giştî."

XS
SM
MD
LG