Serok Donald Trump roja Înê got ku Amerîka dê "di demeke nêzîk de bizane" ka gelo Îran bi mebest bersiva xwe bo pêşniyara Amerîkî "hêdî dike", di demekê de ku girjî li dû pevçûnên li Tengava Hormuzê bilind dimîne.
Rojnamevanan li Koşka Sipî ji Trump pirsî gelo ew bawer dike ku Tehran bi zanebûn danûstandinan dereng dixe yan na.
Wî got: "Emê di demeke nêzîk de bizanin."
Li ser pirsa gelo ew li ser bersiva Îranê ya li hember pêşniyara Amerîkayê geşbîn e yan na, Serok Trump got, "Emê bibînin ka çi dibe. Binêre. Artêşa wan tuneye. Gelek tişt nemane. Emê bibînin ka çi dibe."
Serokê Amerîkî herwiha behsa pevçûnên leşkerî yên vê dawîyê kir dema ku li ser bertekên li dijî keştîyên wêrankar ên ku di Tengava Hurmuz re derbas dibin, jê hate pirsîn.
"Na, ti reaksyona min li hember vê yekê tuneye. Ez bawer dikim em karekî pir baş dikin," Trump got.