Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Rewşa Îranê Her Diçe Xerabtir Dibe

Trump
Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê li ser platforma Truth Social got ku "Rewşa Îranê her diçe xerabtir dibe."

Di posta xwe de, Donald Trump rewşa Komara Îslamî ya Îranê şîrove kir û got: "Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê kontrola tevahî ya Tengava Hormuzê dike û ez dibêjim em ê berdewam bikin."

Wî her wiha pesna cezayên dijî Îranê da û got ku ew dîwarekî pola ye û tiştek nikare ji wan bireve.

Serok Trump behsa pirsgirêkên aborî yên Îranê jî kir û got ku ji bilî axaftina bê bingeh tiştek ji wan re nemaye ji ber ku "enflasyona Îranê gihiştîye 300% û ew nikarin mûçeyên leşkerên xwe bidin."

Trump got: "Îran 51 sal in Rojhilata Navîn tengav dike, lê ew serdem bi dawî bûye."

Trump di dawîya postê de nivîsand: "Spas ji bo Xwedê ."

This item is part of
XS
SM
MD
LG