Teksta tevahîya peyama Serok Trump derbarê ragihandina operasyona leşkerî li dijî rejîma Îranê:
"Berî demeke kurt, artêşa Amerîkayê dest bi operasyonên şer yên berfireh li Îranê kir.
Armanca me ew e ku em gelê Amerîkî biparêzin bi rêya tunekirina gefên nêzîk ên rejîma Îranê.
Çalakîyên wê yên gefxwarinê rasterast Amerîkayê, leşkerên me, baregehên me yên li derveyî welêt û hevalbendên me li seranserê cîhanê dixe metirsîyê.
Ev 47 sal in ku rejîma Îranê dirûşmên 'Mirin ji Amerîkayê re' digot û helmeteke bêdawî ya xwînrijandin û kuştina bi kom li dijî Amerîkayê, leşkerên me û mirovên bêguneh li gelek welatan dimeşîne.
Yek ji kiryarên pêşîn ên rejîmê ew bû ku piştgirîyê bide desteserkirina balyozxaneya Amerîkî li Tehranê, ku bi dehan Amerîkî 444 rojan dîl girtin.
Di sala 1983'an de, komên ser bi Îranê ve bombebarana kampa Marines li Beyrûtê pêk anîn ku 241 leşkerên Amerîkî tê de hatin kuştin.
Di sala 2000'î de, wan dizanibû û dibe ku bi êrîşa li ser USS Cole re têkildar bûn, ku gelek kes mirin. Hêzên Îranê bi sedan leşkerên Amerîkî li Îraqê kuştin û birîndar kirin.
Komên ser bi rejîmê ve di salên dawî de êrîşên bêhejmar li dijî hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn berdewam kirin, herwiha keştîyên deryayî û bazirganî yên Amerîkî û rêyên barkêşîyê yên navnetewî bûn armanca wan.
Ev teroreke girseyî bû, û em nema tehmûl dikin.
Ji Lubnanê heta Yemenê û ji Sûrîyê heta Îraqê, rejîmê çekdarkirin, perwerdekirin û fînansekirina mîlîşyayên terorîst pêkê anîye.
Hemas ya ser bi Îranê ve bû ku êrîşên hovane yên 7ê Cotmehê li ser Îsraîlê pêk anîn, zêdetirî 1,000 kesên bêguneh kuştin, di nav de 46 Amerîkî, û 12 welatîyên me dîl girtin. Ew êrîşeke hov bû, tiştekî ku cîhanê berê qet nedîtibû.
Îran dewleta yekem a cîhanê ye ku sponsora terorê ye, û di van demên dawî de bi dehhezaran welatîyên xwe li kolanan kuştin dema ku xwepêşandan dikirin.
Her gav siyaseta Amerîkayê, bi taybetî jî rêvebirîya min, ew bû ku ev rejîma terorîst ti carî nikare bibe xwedîya çekên navokî. Ezê dîsa bêjim. Ew ti carî nikarin bibin xwedîyên çekên navokî.
Ji ber vê yekê, di Operasyona Çakûkê Nîvê Şevê (Midnight Hammer) a Hezîrana borî de, me bernameya navokî ya rejîmê li Fordow, Natanz û Îsfahanê tune kir.
Piştî wê êrîşê, me ew hişyar da ku ti carî dest bi lêgerîna xwe ya xerab a çekên navokî nekin, û me gelek caran hewl da ku peymanekê pêk bînin. Me taqî kir. Wan nexwest ku vê bikin. Wan nizanibû çi diqewime. Wan tenê dixwest ku xerabîyê bikin.
Îranê peyman red, wekî ku bi dehan salan red kirine. Wan her derfetek red kir ku dev ji xwestekên xwe yên navokî berdin, û em êdî nikarin vê yekê qebûl bikin.
Di şûna wê de, wan hewl da ku bernameya xwe ya navokî ji nû ve ava bikin û berdewam bikin di pêşxistina mûşekên dûravêj de ku niha dikarin gefê li dost û hevalbendên me yên pir baş li Ewrupayê, leşkerên me yên li derveyî welêt bikin û di demeke nêzîk de bigihêjin Amerîkayê.
Tenê xeyal bikin ka ev rejîm dê çiqas bihêz bûbûya eger wan çekên navokî hebana û bi rastî jî çekdar bana wekî alavekê bo gihandina peyamên xwe.
Ji ber van sedeman artêşa Amerîkayê operasyoneke mezin û berdewam dike da ku pêşî li vê dîktarorîya pir xerab û radîkal bigre ku gefê li Amerîkayê û berjewendîyên me yên ewlekarîya netewî yên bingehîn bixwe.
Emê mûşekên wan hilweşînin û pîşesazîya wan a mûşekan bi erdê re rast bikin. Ewê dîsa bi tevahî were wêrankirin.
Emê hêza deryayî ya wan tune bikin. Emê piştrast bikin ku terorîstên herêmî êdî nikaribin herêm an cîhanê nearam bikin û êrîşî hêzên me bikin, û êdî teqemenîyên xwe - an jî bombeyên kêleka rê, wekî ku carinan jê re têne gotin - bikar neynin da ku bi hezaran û hezaran kesan, tevî gelek Amerîkayî, bi giranî birîndar bikin û bikujin.
Û emê piştrast bikin ku Îran çekeke navokî bidest nexe. Peyameke pir hêsan e. Ewê ti carî çekeke navokî bidest nexin.
Ev rejîm dê zû fêr bibe ku divê kes hêz û şiyana Hêzên Çekdar ên Amerîkayê nexe ber pirsê.
Min di rêveberiya xwe ya yekem de artêşa xwe ji nû ve ava kir, û li ser rûyê erdê tu artêş tune ye ku nêzîkî wê be jî.
Dibe ku jiyana qehremanên wêrek ên Amerîkî winda bibe û dibe ku qurbaniyên me hebin. Ev yek pir caran di şer de diqewime.
Lê em vê dikin - ne ji bo niha - em vê yekê ji bo pêşerojê dikin, û ew erkeke hêja ye.
Em ji bo her endamekî xizmetê dua dikin ji ber ku ew bi fedakarî jiyana xwe dixin metirsîyê da ku piştrast bikin ku Amerîkî û zarokên me qet ji hêla Îraneke çekdar a navokî ve neyên tehdîdkirin.
Em ji Xwedê dixwazin ku hemû qehremanên me yên di xetereyê de biparêze, û em bawer dikin ku bi alîkariya wî, jin û mêrên hêzên çekdar dê bi ser bikevin.
Mezintirîn (leşkerên) cîhanê yên me ne, û ewê biserbikevin.
Ji endamên Pasdarên Şoreşa Îslamî, hêzên çekdar û hemû polîsan re, ez îşev dibêjim ku divê hûn çekên xwe deynin û xwedî parêzbendîya tevahî bin - an jî bi mirina tekez re rû bi rû bimînin.
Ji ber vê yekê çekên xwe deynin. Hûnê bi dadperwerî û parêzbendîya tevahî werin darizandin, an jî hûnê bi mirina tekez re rû bi rû bimînin.
Di dawîyê de, ji gelê mezin û serbilind ê Îranê re, ez îşev dibêjim ku demjimêra azadîya we nêzîk e. Li malê bimînin. Ji malên xwe dernekevin. Li derve pir xeternak e. Bombe dê li her derê bibarin.
Dema ku em qediyan, hikûmeta xwe bigirin. Ew dê ya we be ku hûn bigirin, ev dê dibe tenê derfeta we ji bo nifşên bê.
Bi salan e, we ji Amerîkayê alîkarî xwestîye, lê we qet ew negirtîye. Ti serok ne amade bû ku tiştê ku ez îşev amade me bikim, bike.
Niha serokek heye ku tiştê ku hûn dixwazin dide we, ji ber vê yekê emê bibînin ka hûn çawa bersivê didin.
Amerîka bi hêzeke mezin û bi hêzeke wêranker piştgirîyê dide we.
Niha dem hatiye ku hûn çarenivîsa xwe bigirin destê xwe û siberojeke geş û bi heybet a ku di destê we de ye, azad bikin.
Ev kêlîka kiryarê ye. Nehêlin ew derbas bibe.
Bila Xwedê mêr û jinên wêrek ên hêzên çekdar ên Amerîkayê biparêze. Bila Xwedê Amerîkayê biparêze. Bila Xwedê we hemûyan biparêze. Spas dikim."