Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Operasyona Dijî Rejîma Îranê Heta Pêkanîna Armancan Berdewam Dike

Serok Donald Trump dibêje ewê operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê bi tevahîya hêza xwe bidomînin heta hemû armancên Amerîkayê pêk werin.

Trump di gotarekê de roja Yekşemê got ku di 36 demjimêrên dawî de Amerîka û hevparên wê bi sedan armanc li hundirê Îranê kirine armanc, di nav de navendên Pasdarên Şoreşa Îslamî û sîstemên berevanîya asmanî.

“Di çend xulekan de 9 keştî û avahîya wan ya deryayî wêran kir. Herwiha, hemû fermandarîya wan ya leşkerî êdî hate tunekirin. Gelek ji wan dixwazin xwe radest bikin ji bo jiyana xwe rizgar bikin. Ew parêzbendîyê dixwazin,” Serok Trump di gotara xwe de got.

Wî herwiha diyar kir: “Ayettulah Elî Xamineyî jî hate kuştin.

Rêberê Bilind ê rejîma Îranê di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên roja Şemîyê de hate kuştin.

“Xwîna bi sedan, heta bi hezaran, Amerîkayî di stûyê vî mêrê xerab de ye. Ew berpirs e hember kuştina bi hezaran kesên bêsûc li seranserê gelek welatan. Şevê din, dengên gelê Îranê li dema pîrozbahîyên li kolanan dihate bihîstin gava mirina wî hate ragihandin.”

Serokê Amerîkayî herwiha got ku Amerîka nikare rê bide rejîmekê wekî ya Îranê ku artêşên terorîst xwedî dike ji bo ku çekên navokî bidest bixe. Wî da zanîn ku çekên navokî û mûşekên balîstîk metirsîyeke rasterast li ser her Amerîkîyekî ye.

Trump herwiha sersaxîya malbatên her sê leşkerên Amerîkayî kir ewên ku di çarçoveya van operasyonan de hatin kuştin. Wî got, dibe ku bêtir leşkerên din bibin qurbanî berî ku ev operasyon bidawî bibin.

“Emê her tiştê pêkan bikin da ku ev yek nebe, lê Amerîka dê tola mirina wan hilîne û cezayê herî giran bide wan terorîstên ku şer li dijî şaristanîyê destpê kirine,” Serok Trump da zanîn.

Di dawîya gotara xwe de, Trump careke din bang li endamên artêşa Îranê kir ku çekên xwe deyîne û parêzbendîyê werbigirin. Eger na, wî got ewê rastî mirinê bên.

Wî herwiha got: “Ez bang li hemû welatparêzên Îranî dikim ewên ku azadîyê dixwazin ku vê derfetê bikar bînin, wêrek bin, qehreman bin û welatê xwe vegerînin. Amerîka ligel we ye. Min sozek da we, û min ew soz bicih anî. Yê mayî li ser we dimîne, lê emê li wir bikin ku alîkarîyê bikin.”

XS
SM
MD
LG