Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji FIFA re Gotiye ku Îran Dikare Beşdarî Kûpaya Cîhanê li Amerîka Bibe

Trump ligel Gianni Infantino.
Trump ligel Gianni Infantino.

Serokê FIFA dibêje ku wî ligel Serokê Amerîkayê li ser Îranê gotûbêj kiriye û Serok Donald Trump gotîye ku ew "tekez pêşwazîyê" li tîm û lîstikvanên Îranî dike ku îsal beşdarî Kûpaya Cîhanê bibin.

Wezîrê werzîşê yê Îranê dibêje tîma welatî wî beşdarî Kûpaya Cîhanê nabe piştî ku Amerîka rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî kuşt.

Serokê FIFA Gianni Infantino di peyamekê ser Instagramê de got ku ew Sêşemê li Koşka Sipî bi Serok Trump re civîya da ku amadekarîyên Kûpaya Cîhanê ya 2026'an li Amerîka û Kanada û Meksîkayê di Hezîranê de gotûbêj bike.

Infantino got: "Serok Trump piştrast kir ku ew bê guman pêşwazîyê li tîma Îranê dike ku beşdarî lîstikên li Amerîkayê bibe."

Wezîrê Werzîşê yê Îranê Ehmed Dunyamalî roja Çarşemê ji televîzyona dewletê ya Îranê re got ku welatê wî dê nikaribe îsal beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe ji ber êrîşên li ser Îranê.

Kûpaya Cîhanê 11'ê Hezîranê destpê dike û heta 19'ê Tîrmehê dirêj dike.

XS
SM
MD
LG