Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştgiriya Xwe bo Xwepêşanderên Îranê Dubare Dike


Serokê Amerîka Donald Trump careka din piştgiriya xwe ji bo protestoyên abûrî yên Îranê radighîne û dibêje” hemî cîhan têdigihe ku xelkê baş ê Îranê guhertinê dixwaze.”

Trump doh Şemiyê di twîtekê de nivîsand ku serkirdeyên Îranê ji xelkê xwe ditirsin.

Wî got:

“Rêjîmên stemkar hetahetayê xwe nagirin, û dê ew roj bê ku xelkê Îranê rûberûyî bijarekê bibe.”

Trump got: “Cîhan temaşe dike.”

Li gor Trump, ji bilî hêza leşkerî ya Amerîka, tirsa herî mezin a Tehranê ew ji xelkê Îranê ye.

Trump di twîteka berê de jî, piştgiriya xwe bo xwepêşanderan ragihandibû, û hikûmeta Îranê ew şermezar kiribû ji bo wê yekê.

XS
SM
MD
LG