Serokê Amerîkayê bang li xwepêşanderên Îranî kir ku xwepêşandanên xwe bidomînin û dest deynin ser saziyên welêt, û got alîkarî jibo xelkê Îranê bi rê de ne.
"Welatparêzên Îranî, xwepêşandanên xwe bidomînin - saziyan bigirin!!! Navê kujer û tundrewan ragihînin. Ew ê rastî sizayên giran werin. Min hemû hevdîtinên bi rayedarên Îranî re betal kirin heta ku kuştinên hovane yên li dijî xwepêşanderan neyên kirin,"
Serok Trump îro Sêşemê 13'ê Çile li ser Truth Social nivîsand ku "Alîkarî bi rê de ne. Îranê dîsa mezin bikin!!!"