Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran Daxwaza Danûstandinan Dike û Ez jî Dibêjim Êdî Dereng e

Serok Donald Trump got ku rejîma Îranê bi rengekî lêdan xwariye ku êdî dixwaze biaxive lê pir dereng e.

Trump di postekê de ser Truth Social îro Sêşemê got: "Berevanîya wan a asmanî, hêza wan a asmanî, hêza wan a deryayî û rêberîya wan hatine tunekirin."

Wî da zanîn: "Ew dixwazin biaxivin. Min got ku pir dereng e!"

Serok herwiha gotareke rojnameya Washington Post weşand ku tê de dibêje Serok Trump "mîna (Serokê berê Ronald) Reagan, rêyek dît ku cîhanê bêyî bikaranîna hêzên piyade biguherîne."

Trump roja Duşemê di civîna Koşka Sipî de got ku ewê ti carî nehêle Îran "sponsora serekî yê terorîzmê li cîhanê" çekên navokî bidest bixe.

Derbarê rexneyên ku ewê bêzar bibe û xwe vedikişîne, Serok Trump got: "Ez bêzar nabm, tiştek di vê operasyonê de min bêzar nake. Eger ez bêzar bibûma, ezê niha ne li vir bama."

"Me hêvî dikir ku çar heta pênc hefteyan pê biçe ji bo tunekirina rêberîya Îranê, lê tenê çend demjimêran dom kir û pir zûtir bû ji ya ku me çaverê dikir," Trump got.

XS
SM
MD
LG