Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Amerîka di Şerê li Dijî Rejîma Îranê de, Nêzîkî Gihîştina Armancên Xwe Dibe

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump êvariya Duşemê bi boneya hefteya duyan a operasyona li dij rejîma Îranê û beşdarî di konferansa Komarîyan de li wîlayeta Florida gotarek pêşkeş kir.

Serok Trump di axiftina xwe de bal kişand ser operasyona Hêrsa Dastanî ‘Epic Fury’ ya li dijî rejîma Îranê û got “Amerîka ber bi armancên xwe yên leşkerî ve bi lez pêş dikeve.”

Serok Trump di konferansa çapemeniyê de tekez kir ku operasyonên dawî yên Amerîka kapasîteya leşkerî ya Îranê bi girîngî qels kiriye û nîşan da ku “helmeta hatîye destpêkirin dibe ku nêzîkî qonaxa xwe ya dawî bibe.”

Trump da zanîn ku Amerîka li pêtirî 5,000 armancan xistîye li Îranê, hêza rejîma Îranî ya leşkerî qels bûye.

Trump got, "Em gavên mezin ber bi temamkirina armanca xwe ya leşkerî ve diavêjin,"

Wî got piraniya kapasîteya stratejîk a Îranê berê hatiye bêbandorkirin, îşraet bi wê yekê da ku hêza esmanî, hêza deryayî, sistema parastina esmanî û radaran yên Îranê hatine jinavbirinû niha Îran qels û lawaz dibe.

"Ez rê nadim ku rejîma terorîst cîhanê weke rehîne bigire, yan jî alîkariyên petrola cîhanî rawestîne, yên ku dixwazin pêngaveke weha biavêjin ewê rastî derbeyên herî giran werin," Trump got.

Wî got jî "Amerîka dê zexta leşkerî bidomîne heta ku bi tevahî armancên xwe bi cih bîne."

Serok Trump di peyva xwe de bal kişand ser giringîya destpêkirina operasyona Hêrsa Dastanî li dijî rejîma Îranê ku wê teror li cîhanê belav dikir û grûpên girêdayî wê li herêmê bi hewildanên fermandarê berê yê leşkerê Qudsê Qasim Sûlêmanî biçek dikirin û şîdet belav dikir.

"Heke hûn li Sulêmanî binêrin, ew wekî bavê bombeyên kêleka rêyan dihat naskirin. Ev bombe li ser rê dihatin danîn û kes dikuştin û birîndar dikirin. "

"Ev bombe her roj bêtir û bêtir pêşve diçûn û ew bêtir ji vê yekê kêfxweş dibû. Lê me ew ji holê rakir. Ev gavek pir girîng bû, jiber ku ger ew sax bûya, dibe ku niha çîrokek bi tevahî cûda bûya û rejîmê zêdetir xwe bihêz kir baye."

"Lê di serdema min a yekem de me ew hilweşand û me gelek tiştên din kirin; me bi rastî gelek tişt kirin," Serok Trump got.

Di axiftina xwe de serok Trump got ku her çende Amerîka têra xwe petrol heye û hewcedarî petrola wê herêmê nabin jî lê ew rê nadin ku Îran dertenga Hormiz bigire.

Hêjayî gotinê ye ku 28ê meha Sibatê Amerîka û Îsraîlê operasyoneke hevbeş li dijî rejîma Îranê dabû destpêkirin, di êrîşên pêşî de bi dehan serkirideyên Îraê hatbûn kuştin di nav de Elî Xamineyî rêberê bilind yê olî yê rejîma Îranê ku niha kurê wî Mucteba Xamineyî li şûna wî hatîye destnîşankirin.

XS
SM
MD
LG