Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dê Îşev Şaristanîyek bi Tevahî Were Jinavbirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku dê îşev şaristanîyek bi tevahî were jinavbirin û qet nema careke din vedigere.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ez naxwazim ev yek biqewime, lê dibe ku ew bibe. Lê belê, niha ku rejîm bi tevahî hatiye guhertin, ku kesên cuda, jîtir û kêmtir radîkal serdest in, belkê tiştekî şoreşgerî yê xweş çê bibe, kî dizane?"

Trump di dirêjahîya posta xwe de got, "Emê îşev bizanin, yek ji girîngtirîn kêlîkên dîroka dirêj û aloz a cîhanê. Dê dawî li 47 salên zirtanbazî, gendelî û kuştinê were. Xwedê gelê Îranê yê mezin biparêze!"

Dema ku Trump ji bo Îranê destnîşan kiriye ku mercên Amerîkayê qebûl bike û rêkeftinekê pêk bîne îşev demjimêr 8'ê êvarê bi dema Washingtonê bidawî dibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG