Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew razî bûye ku demkî êrîşên ser Îranê bo du hefteyan rawestîne.
Trump di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Truth Social êvarîya Sêşemê got "Li ser bingeha axaftinên bi Serokwezîr Şehbaz Şerîf û Mareşal Asim Munir ê Pakistanê re, ku ji min xwestin, ez îşev li dijî Îranê hêza wêranker bikar neynim, û bi şertê ku Îran Tengava Hormuzê bi şêweke tevahî, lezgîn û bi ewle veke, li hemberî ku ez qebûl dikim ku bombebaran û êrîşa li ser Îranê du hefteyan rawestînim."
Serok Trump tekez kir ku "ev dê agirbestek dualî be" û got: "Me pêşniyarek 10 xalî ji Îranê wergirtiye, ku em bawer dikin ew bingehek guncaw e, ji bo danûstandinan."
Wî destnîşan kir ku "hema nêzîke hemî xalên nakokiyên berê yên di navbera Amerîka û Îranê de dê çareser bibin."
Wî berdewam kir û got "Me pêşveçûnek mezin ber bi rêkeftinek dawî li ser aştiyek demdirêj bi Îranê re çêkiriye."
Hikûmeta Pakistanê di hesaba xweya fermî ya Xê de got "Serokwezîr Mihemed Şehbaz Şerîf ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku dema diyarkirî du hefteyan dirêj bike, û ji Îranê jî xwest ku Tengava Hormuzê du hefteyan wekî nîşanek niyeta baş veke, ji ber ku hewldanên dîplomatîk ên ji bo çareserkirina aştiyane ya şerê berdewam zêde bûne."
Serokwezîr Şehbaz Şerîf navbeynkarî kirîye û daxwaz ji Serok Trump kirîye ku êrîşên plankirî pêk neyên û rêya diyalogê veke, wî got, "Ji bo ku dîplomasî pêş bikeve, ez bi dilsozî ji Serok Trump dixwazim ku dema dawî du hefteyan dirêj bike."
Di peyama xwe de, Serokwezîr Şerîf ji Îranê jî xwest ku Tengava Hormuz, rêyek avê ya girîng ji bo dabînkirina petrol û gaza cîhanî, "ji bo heyamek du hefteyan wekî pêngavek niyet başiyê" veke.
Wî bang li "hemû aliyên şer kir ku ji bo du hefteyan agirbestê pêk bînin, da ku hewlên dîplomatîk bikaribin dawî li şer bînin, ku ev yek di berjewendiya aştî û aramiya demdirêj a herêmê de ye."
Tengava Hormuz hê jî wekî xala bingehîn a rêkeftinê tê dîtin, ku rewşa wê dikare diyar bike ka gelo ev agirbest dê bibe destpêka aştiyeke domdar li Rojhilata Navîn an na. Çavên cîhanê niha li ser van danûstandinan in.
Serok Trump roja Sêşemê saet 8'ê êvarî weke dema dawî dabû rejîma Îranê ku tengava Hormuzê veke, eger ku Îran bi vekirina tengava Hormuzê razî nebe, ewê êrîşên wêranker li dij rejîmê bên encamdan û got ku “Îşev şaristaniyek dê wêran bibe.”