Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku wî pêşniyara dawî ya danûstandinên aştiya bi Îranê re nirxandiye û ew "nayê qebûlkirin".
Trump roja Yekşemê di axaftina xwe de ya bi ajansa nûçeyan a Îsraîlî KAN re got ku şerê li dijî rejîma Îranê "pir baş," berdewam dike.
Ev daxuyanîya Serok Trum di demekê de hat ku berê her roja Yekşemê, Trump li ser tora xwe ya Truth Social gotbû ku ew ê pêşniyarên dawî yên Îranê ji bo peymanek bi Amerîkayê re binirxîne.
Wî got, "Ez ê di demek nêzîk de pêşniyarên ku Îranê nû ji me re şandine binirxînim, lê dibe ku ew neyên qebûlkirin ji ber ku wan hîn bedelên giran ji bo tiştên ku wan 47 salan ji mirovahiyê û cîhanê re kirine nedaye."
Li gorî agahiyan, Îranê bi navbeynkarîya Pakistanê pêşniyarek 14 xalî ji Amerîkayê re şandbû da ku şer raweste û danûstandinên bi Amerîkayê re bên berdewamkirin.