Serokê Amerîkayê Donald Trump raportên ku dibêjin Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê çend roj berê gotûbêjên xwe rawestandine, wek "nûçeyên sexte" û "agahîyên şaş" binav kirin.
Trump li ser platforma Truth Social got ku danûstandinên di navbera her du alîyan de dom dikin û qet nehatine rawestandin.
"Gotûbêjên me bi Îranê re herdem berdewam bûne; çar roj berê, sê roj berê, du roj berê, duh û herwiha îro jî gotûbêjan dom kirine," Trump got.
Serokê Amerîkayê amaje kir ku encama van danûstandinan hîn ne zelal e, lê wî peyama xwe ya berê ji Tehranê re dubare kir.
Trump peyama xwe arasteyî Îranê kir û got: "Dem hatiye ku bi her awayî be hûn bigihêjin peymanekê. Hûn 47 sal in vê rewşê didomînin û ew nikare zêdetir bidome."
Ev daxuyanîya Trump nîşan dide ku kanalên têkilîyê di navbera her du welatan de hîn jî vekirî ne.