Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îranê Helîkopterek Me Xist Xwarê û Emê Bersivê Bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şeva borî hêzên Îranê yek ji helîkopterên artêşa Amerîkayê dema ku li ser Tengava Hormuzê di erka xwe de bû, xistine xwarê.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ez nû ji alîyê artêşa me ya mezin ve hatim agahdarkirin ku şeva borî Îranîyan yek ji helîkopterên me yên Apache yên pir pêşketî dema ku li ser Tengava Hurmuzê nobedarî dikir, xistin xwarê."

"Di helîkopterê de du pîlot hebûn û her du jî sax û selamet mane, bêyî ku birîndar bibin," Trump got.

Trump destnîşan kir ku Amerîka “li gor pêwîstîyê” dê bersivekê li hember vê êrîşê bide.

Ev daxuyanî tê di demekê de ku girjîyên navbera Washington û Tehranê li herêmê zêde bûne, bi taybet derbarê ewlehîya rêyên deryayî yên navneteweyî û Tengava Hormuzê, ku yek ji girîngtirîn rêyên veguhestina petrolê li cîhanê ye.

Heta niha rejîma Îranê li ser vê bûyerê ti daxuyanî dernexistiye.

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê di daxuyanîyekê de gotibû ku helîkoptera Amerîkî demjimêr 7:33'ê êvara 8'ê Hezîranê li nêzî beravên Omanê hat xwarê, dema ku helîkopter di erkeke çavdêrîya avên herêmî de bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG