Fox News roja Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî de gotiye ku dibe fermana êrîşên nû li ser navendên elektrîk û pirên Îranê bide ji ber ku Tehran pir dereng dimîne da ku bi rêkeftinekê qayîl bibe.
Serokê Trump, serê sibeya roja Çarşemê 10ê Hezîranê di daxuyanîyekê de got ku hêzên leşkerî yên Îranê "bi tevahî têk çûne" û beşên girîng ên artêşa wê, wek hêza deryayî û hêza esmanî, êdî bandora xwe winda kirine.
Serok Trump Îran wek welatekî ku "zêde diaxive lê kêm çalakî nîşan dide" binav kir û got ku Tehranê demeke dirêj ji bo gihîştina lihevhatinekê dedrbas kir, ku dikaribû ji bo wê sûdmend ba ye. Trump hişyarî da Îran ê got ku niha dê bi encamên van biryaran re rû bi rû bimîne.
Serok Trump îşaret bi Îranê da û got "Şerfiroşê Rojhilata Navîn mirî ye. "
Ev şîrove di demekê de tên ku di hefteyên dawî de alozîyên di navbera Amerîkayê û Îranê de berdewam dikin, Îranê di êrîekeê de firoka helîkopter a Apache ya hêzên Amerîkî li hindavî avên deryayî xistibû xwar, şeva borî hêzên Amerîkayê jî bersiv da û opertasyon li dijî hin armancên Îranê encam dan.