Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Rêkeftin bi Komara Îslamî ya Îranê re Temam Bû, li Hemûyan Pîroz be

Trump
Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de ku li ser tora civakî Truth Social weşand, wî ragihand ku "peymanek bi Komara Îslamî ya Îranê re hat temamkirin. Li hemûyan pîroz be."

Serok Trump got rê li ber vekirina bê-sînor a Tengava Hormuzê hatiye vekirin û di heman demê de fermana rakirina dorpêçê daye hêzên deryayî yên Amerîkayê.

Peyama serok Trump ya herî dawî derbarê rêkeftina bi Îranê re wehaye:

"Peymana bi Komara Îslamî ya Îranê re niha temam bûye. Pîrozbahî ji hemûyan re. Ez bi fermî destûr didim ku Tengava Hormuzê bê pere û bê astengî were vekirin, û di heman demê de fermana rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê didim. Keştîyên cîhanê, motorên xwe bidin destpêkirin. Bila petrol biherike."

Hêjayî gotinê ye ku îro Yekşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke xwe de bal kişand bû ser pyaman bi Îranê re û gotbû ku îro Yekşemê rêkeftina bi Îranê re çî dibe.

Herweha Trump roja Şemiyê gotbû "Peyman dê sibê were îmzekirin, û yekser piştî îmzekirinê, Tengava Hormuzê ji bo hemûyan dê vekirî bimîne. Têkilîya me bi Îranê re niha ji rêveberîyên berê pir cûda û çêtir e."

This item is part of
XS
SM
MD
LG