Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran Dê li Tengava Hormuzê Tu Bac li ser Keştîyan Nestîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê bi fermî agahdarî daye Amerîkayê ku li Tengava Hormuzê ji keştîyên derbas dibin tu bac, an jî mesrefên din nayên daxwazkirin an standin.

Trump di Truth Social de roja Çarşemê serê sibê got, ev agahdarî li dijî hin raportên medyayî ye ku 'Nûçeyên sexte' diweşînin.

Trump hişyarî daye Îranê ku heke ev agahdarî ne rast be, danûstandinên di navbera her du alîyan de dê bilez bidawî bibin.

"Li Tengava Hormuzê tu bac, an mesrefên din ji keştîyan neyê daxwazkirin an standin," Trump got.

Di heman demê de, Serokê Amerîkî got ku Amerîkayê tu pere nedane Îranê û tu pere ji dirav û samanên Îranê yên di bin kontrola Amerîkayê de yên cemidandî bernedane. Wî diyar kir ku beşek ji van diravan, ku hîn jî di bin kontrola Washingtonê de ne, dê ji bo kirîna berhemên çandinîyê werin bikaranîn.

Li gorî daxuyanîya Trump, pereyên ku dê werin berdan dê ji bo kirîna genim, dexlûdan û berhemên din ên çandinîyê ji cotkar û xwedîyên zevîyan yên Amerîkayê werin xerc kirin.

Trump got ku Îran niha hewcedarîya mezin bi xwarinê heye û ew berhemên ku dê ji bo Îranê werin kirîn, tenê ji Amerîkayê dê bên peydakirin.

Wî di dawîya daxuyanîya xwe de ji bo baldarî li ser vê mijarê spasî kir û tekez kir ku hemû pêvajoya pereyan di bin kontrola tam a Amerîkayê de ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG