Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Donald Trump Hişyarîyeke Tund da Îranê

Trump
Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê li Washingtonê tekez kir ku armanca Amerîkayê li Îranê ne guhertina rejîmê ye, her çendî ku rejîm guherîbe jî.

Serok Trump di konferanseke rojnamevanî de got: "Ez tenê ji bo yek armancê ketim nav Îranê, ew jî ew bû ku divê Îran nebe xwedîya çekên navokî, ne ji bo ku ez herim rejîma wan biguherînim, her çendî ku rejîm guherîbe jî."

Serokê Amerîkayê got ku berpirsên asta yekem û duyem ên Îranê hatine jinavbirin û yên ku niha li ser kar in berpirsên asta sêyem in, ku wisa xuya dike ew ê çêtir serederîyê bikin, û ev yek jî dê di paşerojê de diyar bibe.

Herwiha got: ''Em ê her bi ser kevin, çi bi xweşî be çi jî bi nexweşî. Lê ji bo Îranîyan çêtir e ku lihevhatinekê bikin, çunkî ez naxwazim ev bibe sedema êşê ji bo 91 mîlyon welatîyên Îranî.''


Serokê Amerîkayê bal kişand ser hêza artêşa Amerîkayê û careke din bi bîra Îranîyan xist ku ''ew dikarin di nava tenê demjimêrekê de pir û çavkanîyên wan ên enerjiyê ji nav bibin. Îranî jî vê yekê dizanin.''


Hêjayî gotinê ye ku Donald Trump piştî axaftina xwe berê xwe dide Tirkîyê. Ew ê li Enqereya paytext beşdarî hilcivîna NATO'yê bibe û dê li wir ligel serokên Tirkîyê, Sûrîyê û Ukraynayê jî bicive.

This item is part of
XS
SM
MD
LG