Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Yekşemê 19'ê Tîrmehê, di peyamekê de li ser tora civakî "Truth Social", daxwaz kir ku Îranê li projeyasaya cezayan a Kongrisê ya li dijî Rûsyayê bê zêdekirin.
Di peyama Serok Trump de hatîye: "Pêwîst e Komarî Îranê li ser projeyasaya cezayên Rûsyayê zêde bikin."
Trump her wiha tekez kir û got: "Ev ew tişt e ku Lindsey [Graham] dixwest bike û biryar bû rû bide. Ev girîng e!!!"
Projeyasaya cezayên Rûsyayê, projeyasayeke ku ji alîyê herdu partîyên Komarî û Demokrat ve di Encûmena Sînatoya Amerîkayê de hatiye pêşkêşkirin. Di destpêkê herdu sînatoran, Lindsey Graham ê Komarî û Richard Blumenthal ê Demokrat ev projeyasaya pêşniyar kiribû.
Armanca wê zêdekirina zextên aborî ye li ser Moskoyê ji ber şerê Ukraynayê, her wiha sepandina cezayên berfirehtir e li ser Rûsyayê û li ser wan welat û sazîyên ku alîkarîya herdu sektorên aborî û enerjîyê yên Moskoyê dikin.
Donald Trump niha daxwaz dike ku Îran jî li ser vê projeyasayayê bê zêdekirin, da ku ji bilî Rûsyayê, cezayên nû yên li ser Îranê jî di hundirê xwe de vehewîne.