Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku gihîştina peymanekê bi Îranê re nêzîk e. Wî got danûstandinên ku armanca wan rêkeftineke temam û dawîye, derbarê Tengava Hormuzê, îro ji nû ve dest pê dikin.
Fox News, tomareke vîdyoyî ya Trump îro Duşemê di platforma X'ê de weşand li gorî daxuyanîyên serok Trump, Qeter, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) û Erebistana Siûdî daxwaz kirin ku Amerîka ji her cûre êrîşeke leşkerî xwe dûr bigire heta ku danûstandinên asta bilind werin berdewamkirin.
Ev gotin di demekê de tên ku hewildanên dîplomatîk ji bo kêmkirina girjîyên di navbera Washington û Tehranê de berdewam in, û çav li ser encama danûstandinên roja Duşemê ne.
Li alîyek din Wezareta Derve ya Îranê roja Duşemê piştrast kir ku niha ti danûstandin bi Amerîkayê re nayên kirin, di heman demê de bal kişand ser danûstandinên berdewam ên bi Omanê re derbarê rêveberîya Tengava Hormuzê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya çapemenîyê ya heftane de got: "Em niha bi Amerîkayê re danûstandinan nakin. Danûstandinên me bi Omanê re ne ji bo ewlekirina derbasbûnê di Tengava Hormuzê re."