Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Duşemê ragihand ku divê Îran bi ti awayî nebe xwedîya çekên navokî.
Trump li ser platforma Truth Social got, “armanca sereke ew e, û herdem wê bimîne, ku Îran bi ti awayî nikaribe bibe xwedîya çekên Navokî. Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijarê”.
Îro ew dema ku di Bîrnameya Lihevtêgihîştinê de ji bo birêvebirina danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de li ser mijara navokî hatibû destnîşankirin, bi dawî dibe.
Lêbelê, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya çapemenîyê ya heftane de îro diyar kir: " Bîrnameya Lihevtêgihîştinê destnîşan dike ku di heyamek 60 rojî de, dê diyalog li ser du mijaran pêk were: rakirina dorpêçan û mijara navokî. Ger em di nav van 60 rojan de negihêjin rêkeftinekê, dê ev heyam were dirêjkirin."