Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekê Amerîkî bo VOA: Serok Trump li Hember Îranê Gelek Bijarde Hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Karbidestekî rêveberiya Amerîkî ji Dengê Amerîka (VOA)re got ku her çende Serok Trump her gav çareseriyek dîplomatîk bi Îranê re dixwaze jî, ew ê hemî bijardeyan vekirî bihêle ger rejîma Îran "kiryarên terorîstî" berdewam bike û red bike ku bigihîje rêkeftinekê.

"Serok Trump her gav eşkere kiriye ku ew ê qet nehêle, Îran bibe xwedî çekên navokî," wî di bersiva pirsa rojnamevanekî Dengê Amerîkayê de li ser nirxandina Washingtonê ya gefên Komara Îslamî got.

Karbidestê Amerîkî behsa fişarên aborî yên li ser Komara Îslamî dike û dibêje ku cezayên giran aboriya Îranê têk birine û ew "bi tevahî têkçûye".

Wî her wiha tekez kir ku Serok Trump ji bo zêdekirina zextê bêtir alav û amraz hene. "Gelek alav hene ku serok dikare di hefte û mehên pêş de bi awayekî êrîşkartir bikar bîne," wî got.

Daxuyanîyên wî karbodestê Amerîkî piştî wê yekê tên ku Serok Trump roja Sêşemê got ku niha ti gotûbêj bi Komara Îslamî re tune ne û ti danûstandinên nû jî nayên plankirin.

Di heman demê de, rapor nîşan didin ku rêveberiya Amerîkayê rêbazên din ji bo zêdekirina fişara aborî li ser Îranê dinirxîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG