Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Şerê bi Îranê re Piştî Hilbijartinên Nîvdemê Dê Bidawî Bibe

Serok Trump li hember Air Force One li  Bingeha esmanî ya " Joint Base Andrews" bi niyeta ber bi Kongreya Komarîyan ve
Serok Trump li hember Air Force One li Bingeha esmanî ya " Joint Base Andrews" bi niyeta ber bi Kongreya Komarîyan ve

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê êvarê got ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de dê yekser piştî hilbijartinên nîv-demê (Midterm) ên Mijdarê bi dawî bibe.

Berî ku ji Washingtonê ber bi Dallasê ve biçe, Serok Trump ji rojnamevanan re got ku Îran hewl dide bandorê li ser hilbijartinên Amerîkayê bike, lê Tehran êdî nikare şer li hember zexta aborî ya Amerîkayê bidomîne.

Wî got, "Ez di wê bawerê de me, ku şer dê yekser piştî hilbijartinan bi dawî bibe ji ber ku ew nikarin berdewam bikin. Ew bi bêhêvî hewl didin ku bandorê li ser hilbijartinan bikin."

Wî got, "Em Tengava Hormuzê kontrol dikin. Komara Îslamî hewl dide ku bandorê li ser hilbijartinên Mijdarê yên Amerîkayê bike ji ber ku Tehran li wê hêvîyê dimîne ku piştî hilbijartinan bi rayedarên ku kêmtir gifaşan li ser Komara Îslamî dikin re rû bi rû bimîne."

Dema ku ji serokê Amerîkayê li ser îhtîmala peymanek navokî bi Tehranê re hat pirsîn, wî got: "Peymana ku ez çêdikim ji mijara navokî pir zêdetir e. Wî got jî, ku her peymanek nû dê mijarên din ên ku sê meh berê ne mijara nîqaşan bûn jî bigire nav xwe.

Dema ku ji Trump li ser êrîşên li Tengava Hormuzê yên di rojên dawî de hat pirsîn, wî got, "Em wan êrîşan dikin, û hûn ê zêdetir jî bibînin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG