Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje, Ez ji Şerê li dijî Îranê Ne Poşman im

Serok Trump di Kongreya Komarîyan de li Dallas
Serok Trump di Kongreya Komarîyan de li Dallas

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku ew ji şerê li dijî Îranê poşman nîne tevî encamên hilbijartinên nîv-demê yên ku dê li meha Mijdarê werin lidar xistin.

Di hevpeyvînekê de bi Fox News re ku roja Pêncşemê hate weşandin, Serok Trump got ku ew baweriya xwe bi peyva "poşmaniyê" nayne û ger ew dîsa di heman rewşê de be, ew ê heman biryarê bide.

Serokê Amerîkayê her wiha îdiayên ku hin ji alîgirên wî ji şer nerazî ne red kir û da zanîn ku alîgirên wî kêfxweş in ji ber ku ew ê nehêle Îran çekên navokî bi dest bixe.

Trump dubare kir ku ew hêvî dike ku şerê bi Îranê re yekser piştî hilbijartinên nîv-demê bi dawî bibe.

Trump got, "pêşîlêgirtina Îraneke xwediyê çekên navokî hîn jî xala pêşîn herî girîng û bingehîn e."

Serok Trump berê gotibû ku Tehran dê hewl bide bandorê li ser hilbijartinan bike bi armnca ku Komarî kontrola Kongresê nekin.

Zêdebûna bihayên petrol û gazê piştî şerê Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re ji bo Komarîyan beriya hilbijartinên navîn bûye mijarek sereke.

This item is part of
XS
SM
MD
LG