Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku Lêxsitina Derbeyeke Giran li Îranê Pêwîst Be

Serok Donald Trump li Wîlayeta Iowa diaxaive
Serok Donald Trump li Wîlayeta Iowa diaxaive

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva Duşemê got ku dibe lêxistina derbeyeke giran li Komara Îslamî ya Îranê pêwîst be. Ev axaftinên serokê Amerîkî Di demekê de tên ku tê gotin navbeynkarên herêmî hewl didin pêşî li şerekî nû di navbera Washington û Tehranê de bigirin.

Serok Trump di helmeteke hilbijartinên nîvdemî de li wîlayeta Iowa de got; "Sedema ku min li ser Îranê biryar nedaye tenê ew e ku ez dixwazim demê bidim wan û ez dixwazim jiyana mirovan biparêzim, eger bikaribim, lê carinan divê em bi tundî li wan bidin."

Di axaftina xwe de, Trump daxuyanîyên xwe yên berê dubare kirin ku şerê bi Îranê re dê zêde nedome. Wî tekez kir ku Amerîka ji hêla leşkerî û darayî ve bi ser ketiye û ku rûbirûbûn dê di demeke nêzîk de "bi awayekî dê bidawî bibe."

"Min welatê xwe ji piştgirê herî mezin ê cîhanê yê terorîzmê parastiye. Ew ji sala 1979'an û vir ve êrîşî me dikin, bi sedan ciwanên me hatine kuştin û gelekên din jî bi bombeyên li kenarên rêyan çandî hatine kuştin. Me ev şer dest pê nekir, lê emê wî biqedînin," Trump diyar kir.

Ev şîroveyên serokê Amerîkayê çend demjimêran piştî wê hatin ku wî got danûstandinên bi Îranê re baş diçin û hîn jî yek an du hedef hene, di nav de bingeha navokî ya Kûh-ê Kolang Gaz La (Pickaxe Mountain) ku divê werin êrîşkirin.

Gotûbêjên Îranê bi navbeynkarên Qeterê re ji bo gihîştina rêkeftinekê bi Amerîkayê re Yekşemê berdewam kirin. Gotûbêj Înê li Tehranê dest pê kirin û li Dohayê jî berdewam kirin.

Di daxuyanîya xwe ya nû de, Serok Trump helwestên xwe yên berê yên li ser hilweşandina hêza leşkerî ya Îranê dubare kirin, di heman demê de behsa hewldanên dîtina kesekî di nava rejîma Îranê de kir da ku bikarin danûstandinan pê re bikin.

Serok Trump got: "Ew pir bi tundî hatine lêdan, êdî radar tune ne, berevanîya esmanî tune ye, çek tune ne, serokatiyek tune. Ez hewl didim kesekî bibînim ku ez bikaribim pê re biaxivim, lê kes tune ye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG