Ajansa Reuters dibêje ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji şêwirmendên xwe re gotiye ku eger Îran an Hûsîyên Yemenê provokasyoneke nû çê nekin, dibe ku niha ji êrîşên nû li dijî Îranê dûr bikeve.
Li gor sê çavkanîyên agahdar, Trump piştî civînên bi şêwirmendên ewlekarîya neteweyî û nirxandinên îstixbaratî, bijardeya ragirtina êrîşên nû dinirxîne. Lê biryara wî ya dawî derbarê çawanîya bidawîkirina şerê Îranê de hîn ne zelal e.
Çavkanîyan got ku Erebistana Siûdî û Tirkîyê di van du hefteyên dawî de ji Trump xwestine ku ji destpêkirina êrîşên berfireh ên nû li dijî Îranê dûr bikeve.
Herwiha, îstixbarata Amerîkî nirxandiye ku dorpêça deryayî û cezayên aborî ziyanê didin aborîya Îranê û berdewamîya wan dikare givaştinê li ser Tehranê zêde bike.
Li gor du berpirsên Amerîkî, vegerandina êrîşên leşkerî dê di daxwazên Îranê de di danûstandinan de guhertineke girîng çêneke.
Di heman demê de, artêşa Amerîkî hîn jî bijardeya zêdekirina êrîşan li ser maseyê dihêle û sêyemîn keştiya şer a firokhilgir ber bi Rojhilata Navîn ve di rê de ye.
Li gor raportan, berpisêrên Îsraîlê bi rêveberîya Trump re diaxivin da ku kempeyneke leşkerî ya nû li dijî Îranê destpê bikin.