Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em ê Ti Carî 7'ê Cotmehê û Qurbanîyan ji Bîr Nekin

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de li ser platforma Truth Social qurbaniyên êrîşa Hemasê ya 7'ê Cotmehê li ser Îsraîlê, û kesên ku ji êrîşê rizgar bûne û rehîneyan bi bîr anîn.

Trump nivîsand, “Em ê tu carî 7'ê Cotmehê ji bîr nekin. Em ê tu carî qurbaniyan ji bîr nekin û em ê her tim li dijî hêzên terorê û xerabiyê rawestin.”
Trump her wiha bal kişand ser hewldanên ji bo vegerandina rehîneyan bo cem malbatên wan û got ku wî ji bo vegerandina “hem yên sax û hem jî yên mirî» bo cem malbatên wan xebat kiriye. “

Trump di axaftina xwe de bi rojnamevanan re bi boneya salvegera êrîşa 7ê Cotmeha 2023'an, behsa axaftina xwe bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re kir û got, “Ez bi Bibi Netanyahu re axivîm û min ji bo wî daxwaza başiyê kir. Her wiha min ji bo gelê Îsraîlê jî daxwaza başiyê kir. Ew roj rojeke pir xirab bû, trajediyeke pir mezin bû. Û aliyê din ji ber tiştê ku di 7'ê Cotmehê de kir, bihayekî pir giran dide, bawer bikin. “

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di Cotmeha 2025'an de planek ji bo bidawîkirina şerê Xezayê pêşkêş kir, ku avakirina «Civata Aştîyê» jî beşek ji wê planê bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG