Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Divê Îsraîl Êdî Şerê li Gaza bi Dawî Bike


Berbijarê seroktîyê yê Partîya Komarî Donald Trump got ku Îsraîlê piştgirîya navneteweyî hinda kiriye û divê êdî şerê xwe yê dijî Hamasê bi dawî bike.

Trump ser êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê got ku yek ji bûyerên herî xembar e ku wî dîtiye.

‘’Tevî vê jî divê hun Îsraîlî dawî li şerê xwe bînin. Divê êdî hun dawî li şerê xwe bînin, hun mecbûr in ku vê yekê bikin.’’

Serokê berê yê Amerîka ew şirove jibo rojnameya Israel Hayom ya Îsraîlê kir.

Trump ser gurbûna girjîya li herêmê got ku êdî mirov êdî behsa êrîşên 7’ê Cotmehê nakin, lê ser êrîşên Îsraîlê dipeyîvin.

Bi êrîşên 7’ê Cotmehê re girjîya li herêma Gaza gur bûye. Îsraîl dibêje ku ewê heta Hamasê tune bike û dîlên destê wê azad bike, êrîşên xwe bidomîne.

Îsraîl dîyar dike ku ewê operasyonan bibe ser Refah ya li başûrê Gaza, lê rêvebirîya Washingtonê dibêje ew rêkeke şaş e.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê bi dengdanê daxwaza agirbesta li Gaza kiribû, lê Amerîka di dengdanê de cîh negirtibû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî banga Civata Ewlekarî ya ser agirbestê dîyar kiribû ku ewê şandeya xwe neşîne Washingtonê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG