Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bang li Rêberên Îranê Dike ku Jinên li Jêr Fermana Sêdarê Azad Bikin

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê di peyamekê de li ser platforma Truth Social bang li rêberên Îranê kir ku wan jinan azad bike ewên ku bi sizayê sêdaredanê hatine cezakirin.

Peyama Serok Trump dibêje: "Ji bo rêberên Îranî, ku di demeke nêzîk de dê bi nûnerên min re di danûstandinan de bin: Ezê pir spasdar bim ji bo serbestberdana van jinan. Ez piştrast im ku ewê rêzê li vê rastîyê bigirin ku hûnê wê yekê bikin."

Serok Trump herwiha got, "Ji kerema xwe wan jinan neêşînin! Dê destpêkeke baş be ji bo danûstandinên me."

Ev axaftinên Serokê Amerîkî di demekê de ku hin nezelalî derbarê gera duwem ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin. Tê pêşbînîkirin ku danûstandin li paytexta Pakistanê pêk werin.

Agirbesta Amerîka û Îranê sibe Çarşemê bidawî dibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG