Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew bi Rêka Nûneran bi Xi Jinping re Dipeyîve


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku ew bi hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping re bi rêka nûnerên xwe axifîne.

Trump di hevpeyvîna Hugh Hewitt de, ku pêşkeşvanekî konservatîf e, dîyar kir ku ew bawer dike ewê wek du rêberan rind li hev bikin.

‘’Jixwe em diaxifîn, em bi rêka nûnerên wan jî diaxifin.’’

Trump, ku 20’ê Rêbendanê dest bi kar dike, ser Xi got ku li Çînê hêzdar û rêzdar e.

Wî bi berdewamî careke din got ku Çîn di aborîyê de zararê dide Amerîka.

Serokê Amerîkî dîyar kir ku ger Pekîn jibo qaçaxçîtîya fentanîl ya hişbir gavan neavêje ewê li ser kelûpelên Çînê baceke din ya 10 ji sedê deyne.

Dema kempeyna hilbijartinê, Trump dijî Çînê gef xwaribûn ku ewê ser kelûpelên wan baca gumrukê ya 60 ji sedê ragihîne.

Trump, Xi û rêberên din yên bîyan jibo merasîma sondxwarinê vexwendin, lê pispor dibêjin ne li ber e ku rêberî Çînê beşdarîyê li merasîmê bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG