Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje "Derew û Fêlbazî" li dor Kuştina Xaşiqcî Bûn e


Serokê Amerîka Donald Trump êrîşa şîrovekirina Erebistana Saudî kir li dor mirina rojnamevan Jemal Xaşiqcî di hindirê qunsilxana Erebistrana Saudî de li Stenbolê û got "derew û fêlbazî" di vê derbarê de bûn e.

Lê li gel vê yekê jî, Trump ji rojnameya Waşinton Post re gotiye ku Erebistana Saudî bi dehan sal “hevalbendeka mezin e” ji bo Amerîka û renge şahzadê tac Mihemed bin Selman fermana kuştina Xaşiqcî neda be.

Trump got:

“Kesekî ji min re negotiye ew berpirs e. Kesekî negotiye ew ne berpirs e… Em hîn negihîştine wê xalê… Ez hez dikim ew ne berpirs be.”

Erebistana Saudî dibêje 5 berpirsên radebilind ên girêdayî kuştina Xaşiqcî ji kar hatine dûrxistin û 18 kesên din hatine girtin.

Trump ji Waşinton Post re got wê bersivek ji kuştina Xaşiqcî re hebe, lê got divê Amerîka nehêle ev rûdan bibe rêgir li pêş rêkeftina pêşbîn a firotina çekan bo Erebistana Saudî.

Trump sala borî ragihandibû ku wê Amerîka bi nirxa 110 milyar dolar çekan bifroşe Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG