Serok Donald Trump li ser egera mirina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî got: "Em hest dikin ku ku ev yek rast e."
Bêjera kanala NBC, Christine Welker, got: "Min ji Serok Trump pirsî gelo wî piştrast kiriye ku Xamineyî bi rastî hatiye kuştin. Wî ji min re got ku ew bi gelek kesan re axivîye. Em hest dikin ku ev rast e. Gelek kesên din jî hatin kuştin."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku "gelek nîşan" hene ku dibe ku Xamineyî di êrîşeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de li dijî rejîma Îranê hatibe kuştin.
Hikûmeta Amerîkayî hîn jî bi awayekî fermî ev nûçe piştrast nekiriye.