Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Laş Gehiştin Amerîka Û Serok Trump Sopasiya Kim Dike


Piştî 65 salan hejmarek ji laşên leşkerên Amerîkî yên li Koreya hatbûn kuştin gihiştin Hawaii
Piştî 65 salan hejmarek ji laşên leşkerên Amerîkî yên li Koreya hatbûn kuştin gihiştin Hawaii

Serokê Amerîka Donald Trump got, ew dixwaze di demên nêzîk de li gel serokê Koreya Bakur Kim Jong Un kom bibe û sopasiya wî bike, bo vegerandina laşên wan serbazên Amerîkî yên ku di şerên salên 1950–1953an de hatbûn kuştin.

Trump di hesaba xwe ya taybet ya Twîterê de nivîsand"Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, ez sopasiya we dikim ku we soza xwe bi cî anî, we laşên xwedî rûmeta mezin ya windayîyên me hinartin".

Trump dîsan dibêje"sopasiya we dikim bo peyama we ya jêhatî, hêvîdarim di demek nêz de em hevdu bibînin".

Di Hilcivîna dîrokî Singaporê de, serokê Koreya Bakur Kim Jong Un soz da bû serok Trump ku laşê leşkerên kuştî yên Amerîka di şerê Koriya de vegerîne welatê wan.

Çarşemê li eyaleta Hawaii ya Amerîka 55 tabûtên kuştiyan ji Koreya Bakur giha bûn Amerîka û di rêûresmek taybet de laşên wan kuştiyan ku tê texmîn kirin yên leşkerên Amerîkî bin hatin pêşwazî kirin, yên ku di salên 1950yan de di şerên li Koreya de hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG