Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Trump Û Kîm li Hanoi Destpêkir


Trump û Kim li Hanoi
Trump û Kim li Hanoi

Roja Çarşemê hevdîtina yekê ya hilcivîna dîrokî di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong Un de, li Hanoi paytexta Vîetnamê bi şêwek fermî hat destpêkirin.

Trump di Peyva vekirinê de baweriya xwe ya li ser hilcivînê anî ziman û got, ez di wê bawerê de me ku civîna li gel Kim dê "geleka biserkeftî be". Herwiha Kim jî got, ew piştraste ku vê carê bigehin encamê.

Kim Jong Un di axiftina xwe ya arastey Donald Trump kir got "Ez di wê bawerê de me ku emê vê carê encama bidest bixin", Kim herwiha got ya ku ji dest min bihê, ji bo bicî anîna encaman ezê bikim".

Serok Trump û serokê Koreya Bakur Kim li dema destpêkirina hilcivînê duyan bi rûyekî geşbîn xweya dikirin, piştî 8 mehan ji civîna Singapore niha li Hanoi bo cara duyan herdu serok dicivin.

Trump di Peyva vekirinê de got, ewê roja Çarşemê civînên din encam bidin û herwiha roja Pêncşemê jî çendîn civînan pêk bînin.

Berî herdu serok axiftina pêşiyê bikin, li hotêleke faxir li navenda bajarê Hanoi li hember kenalên mediya Koreya Bakur û Amerîkî destên hevdu hijandin û silavî hevdu kirin.

Washington ji Pyongyang daxwaz dike ku cebilxaneya xwe ya çekê navokî jinav bibe li hember hilandina sizayên ku Amerîka li ser Koreya Bakur danîne. Lê ji dema encamdana hilcivîna yekê di navbera herdu serokan de berî 8 mehan li Singapore pêşketinên berçav pêk neahtine.

XS
SM
MD
LG