Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertek Û Nirxandinên Gotara Salane ya Serok Trump


Hejmarek ji Kesatiyên Kabîna Îdara Donald Trump di dema pêşkeşkirina gotara Rewşa Yekîtiyê de.
Hejmarek ji Kesatiyên Kabîna Îdara Donald Trump di dema pêşkeşkirina gotara Rewşa Yekîtiyê de.

Endamên Kongresê bertekên cûda derbarê gotara Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) ya Serokê Amerîka Donald Trump nîşan dan, ku hin kes pesina tona wê didin û dibêjin rewşa herdu partîyan li ber cav girtibû, û yên din jî hêviyên wan ew bûn ku, wî di gotara xwe ya nîştimanî de, zelaltir behsa hinek ji wan giriftan bikira ba, yên ku welat têkeftîye.

Nûnerê Komarî Ryan Costello ew wek gotarek erênî bi nav kir ku, têde girîngî bi pirsên navxweyî hatibû dan wek jêrxanê û koçberîyê, û got, Kongres dê pêdivî be di nava hefte û mehên bihê de pêşnîyarên berfireh yên Trump bi hûrgilîyên zêdetir tijî bikin.

“Ez bi bawer im, ew herwiha gelek zelal bû li ser hindê ka divê em çi bikin ku pêşengîyê li seranserî cîhanê berdest bikin, ku piştgirîyê bidin hevpeymanên xwe, û dengên nerazî li dijî rejîmên otokratîk li seranserî cîhanê han bidin. Li gor dîtina min ew pirr baş bû,” Costello got.

Endamê Deomkrat yê Senatê, Chris Coons got, wî hêvî dixwest ku Trump peyamek hejî herdu partîyan bi hûrgilîyên bingehîn pêşkêş bike derbarê jêrxana di geşekirinê de, berjewendîyên Amerîka yên di pêşveçûnê de li seranserî cîhanê û rûbirû bûna ligel Koreya Bakur, û derbarê hin mijarên din jî ku wî bas kir, wî bi kêmî şirove kir.

Nûnerê Komarî Brian Fitzpatrick got, ew bawir dike Trump di warê parastina tonek hejîyê herdu partîyan serkeftî bû.

“Wî derbarê rojên bêhnvedanê yên nexoşîyê ku, perê wan tê dayîn, jêrxanê û madên bêhoşiyê (narkotîk) axift. Ev hemî pirsên girîng in,bo herdu partîyan,” Fitzpatrick got.

Nûnerê Demokrat Ted Lieu got Dengê Amerîka beşa Rusî ku Trump di nav gotara xwe de bal kişand ser xalên girîng bi pêşnîyazkirina rojên bêhnvedanên malbatî yên bi pere, rîform di girtîgehan de, û xerckirina 1.5 tirilyon dolaran di warê jêrxanê de, li demekê de ku, bi daxwazek “dijî-Amerîkî” ya sînordar kirina koçberên li ser binemayê malbatê ew bû cihê dilgiranîyê.

"Ez xoşhal im ku gotara wî ya Rewşa Yêkîtî kêmtir ji gotara wî ya roja destbikarbûnê tarî bû", dîsan Leiu got. "Ez xoşhalim wî rêbazek cuda ji ya demê destbikarbûnê girtîye ber xwe. Ez hêvîdarim ew girêdayî vê rêbazê bimîne".

XS
SM
MD
LG