Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Kurdan: Şermezarî ye ku We Çek Birin, Ezê Vê Yekê ji Bîr Nekim

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din Kurd bi birina çekên Amerîkayê yên ku ji xwepêşanderên Îranî re hatine şandin tawanbar kirin, û du caran li pey hev got, "Ey Kurd, ez ê vê yekê bi bîr bînim.

Serok Donald Trump roja Pêncşemê got, "Me çek ji xwepêşanderên Îranê re şandin, lê kurdan ew çek hilgirtin, û em ji Kurdan pir bêhêvî bûn. Kurdan em bêhêvî kirin."

Trump got, "Ez bi biryara şandina çekan bi rêya wan razî nebûm û dîtina min ew bû ku ew ê çekan nedin xwepêşanderan û min got ku ew ê wan ji bo xwe bihêlin."

Wî got, "Şermezarîye. Ey Kurd, ez ê vê yekê ji bîr nekim, ez ê wê bi bîr bînim."
Serok ev gotin di dema axaftina bi telefonê ya bi Fox News re anîn ziman.

Trump got ku kuştin û tundûtûjiya hêzên Îranî xwepêşandanên giştî yên li welêt tepeser kiriye.

"Peyama min ji bo gelê Îranê ev e ku ew ditirsin ji ber ku çekên wan tune ne, û aliyê din jî çek hene, dema ew xwepêşandanan dikin, ew tên gulebarankirin," Trump got.

Serok Trump dema ku li ser sizayên Amerîkî yên li dijî Tehranê nîqaş dikir, hevxemiya xwe ji bo gelê Îranê anî ziman, û wî ragihand ku welatiyên asayî di bin zexta rejîmê de dijîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG