Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Agirbesteke 10 Rojî di Navbera Îsraîl û Libnanê de Radigihîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê piştî peywendîyeke telefonî ligel serokê Libnanê û serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku agirbesteke 10 rojî di navbera herdu welatan de dê îşev destpê bike.

Trump piştî danûstandinan li ser platforma Truth Social got: "Herdu rêberan li hev kir ku agirbesteke fermî ya 10 rojî destpê bikin da ku aştîyê di navbera welatên xwe de pêk bînin, ku demjimêr 5'ê êvarê (bi dema Washington) destpê dike."

Agirbest dê Pêncşemê nîvê şevê li gor dema Îsraîl û Libnanê karîger bibe.

Serok Trump herwiha destnîşan kir ku wî ferman daye Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio û Serokê Fermandarîya Giştî ya Artêşê Dan Caine ku "bi Îsraîl û Lubnanê re bixebitin da ku aştîyeke mayînde pêk bînin."

"Cihê rûmetê bû ji bo min ku min neh şer li seranserê cîhanê çareser kirin û ev jî dê bibe yê 10'emîn, lewra ka em wê jî bikin," Serokê Amerîkî got.

Trump herwiha got ku ew dê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Libnanê Joseph Aoun vexwendî Koşka Spî bike.

"Herdu alî dixwazin aştîyê bibînin û ez bawer dikim ku ewê zû pêk were," Serok Trump diyar kir.

Piştî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, rawestandina êrîşên Îsraîlê li ser armancên Hizbullahê li Libnanê bû xaleke girîng di danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de ji bo bidawîkirina şer. Îranê agirbesta li Libnanê kir yek ji mercên rêkeftina ligel Amerîkayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG