Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Vîdyoyeke Mark Levin a Dijî Rejîma Îranê Belav Dike

Serokê Amerîka Donald Trump vîdyoyek belav kir ku tê de şîrovekarê Amerîkî Mark Levine dibêje ku her çendî peymana herî baş bi Komara Îslamî re were çêkirin jî, Îran dê pabendî wê nebe ji ber ku ew rejîmeke terorîst e û divê were guhertin.

Serokê Amerîkayê, ku têkiliyek nêzîk bi Mark Levine re heye, vîdyo li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Truth Social belav kir.

Di bernameya xwe ya 'Jiyan, Azadî û Levin' de, Levin pirsî, "Heta eger rêkeftina herî baş jî were bidestxistin, çi garantî hene ku Komara Îslamî dê pabendî wê be?"

Şîrovekarê nêzîkî Komarîyan bi dengekî tinazî bersiva pirsa xwe da û got: "hizir bikin ku Îran dê dest ji tevahîya bernameya xwe ya navokî berde, dest ji mûşekên xwe yên balîstîk berde, dest ji terorîzmê berde û îdeolojiya xwe ya Îslamî red bike; ji ber vê yekê çima divê peymanek wiha îmze bike?”

Mark Levin tekez kir ku mijara sereke "rejîm bi xwe ye", ne çarçoveya danûstandinan an şertên peymanê. Li gorî wî, rêberê Komara Îslamî û hikûmeta Îranê gelek caran diyar kirine ku armanca wan çi ye û vê armancê wekî erkê xwedayî dibînin.

Wî her wiha behsa dîroka peymana navokî ya 2015an kir û got ku piştî vekişîna Amerîkayê ji peymanê di 2018an de, Komara Îslamî ya Îranê hêdî hêdî pabendbûnên xwe kêm kirin û pîtandina uranyomêya gihand 60%, ku asteke pir bilintir e ji sînorê 3.67% ku di wê peymanê de hatibû destnîşankirin.

Wî her wiha got ku ew bawer dike çareserî ne tenê danûstandin e û divê Rojava xwezaya rejîma Îranê tê bigihe. Levin got ku ev pirsgirêk divê ji nifşên pêşerojê re neyê hîştin û divê Komara Îslamî were hilweşandin.

XS
SM
MD
LG