Washington —
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê destnîşankirina kesekî bo posta serokwezîrê Îraqê got “Em li serokwezîrekî dinêrin. Emê bibînin ka dê çi bibe. Me hin ramanên xwe li ser vê yekê hene."
Di bersiva pirseke kanala Rûdawê, Trump îro Înê got ku “Her kes hewcedarê Amerîkayê ye.”
Serokê Amerîkayî meha borî li ser platforma Truth social gotibû, “Min bihîst ku dibe Îraqî biryareke gelek şaş bide ji bo destnîşankirina Nûrî el Malikî bo posta Serokwezîrê Îraqê.”
Trump hişyarî dabû Îraqê ku eger Malikî bibe serokwezîrê welêt, Amerîka nema piştgirîya Îraqê dike.