Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkiliyên Amerîka Û Almanya di Lêkolînekê de


Trump û Merkel di Komcivîna G7 de li Fransa
Trump û Merkel di Komcivîna G7 de li Fransa

Roja Sêşemê di encama lêkolînekê de derket holê, ku piştî Donald Trump bû serokê Amerîka ev sê sale dûratî di nava têkiliyên Amerîka û Almanya de heye û Amerîkî zêdetir ji hevpeymanên xwe yê Alman di geşbînin.

Di lêkolîna navenda "Koreber Stiftung" (Weqfa Korber) de xweya bûye ku Sêçarêkên Amerîkîyan yên ku beşdarî di rapirsiyê de kirine dibêjin têkiliyên Amerîka û Almanya di başin.

Lê sêyeka Almanên ku beşdarî rapirsiyê bûne, di bînin ku têkiliyên welatê wan û Amerîka di baş nînin.

2% ji Almana dibêjin têkiliyên wan li gel Amerîka di başin li hember 13% ji Amerîkîyan dibêjin têkiliyên wan li gel Almanya baş in.

Li gor sala par îsla Alman geşbîn tirin, rêjeya Almanên ku 2018an digotin têkiliyên wan li gel Amerîka di başin 24% bû, lê îsal 2019an ew rêje gihaye 34% ê.

Piştî şerê cîhanî yê Duyan Amerîka hevpeymana herî bihêz ya Almanya bû li paş oqyanosa Atlasî, lê piştî nemana dîwarê Berlin sala 1990ê û yekgirtina herdu Almanyan, wî welatî zêdetir berê xwe daye hevpeymanên xwe yên Ewrûpî.

Lêkolîn dîsan dide zanîn ku piştî Donald Trump bû serokê Amerîka ji sala 2017an heta niha têkiliyên Amerîka bi Almanya re baş nînin, bi taybet cûdahî di navbera ramanên serok Trump û şêwirmenda Almanya Angela merkel de heye.

XS
SM
MD
LG