Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dê Gotarekê Derbarê Îranê Pêşkêş Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê Çarşemê bi şev gotarekê bo gelê Amerîkayê derbarê şerê Îranê pêşkêş bike, di demekê de ku karbidestên Amerîkayî dibêjin operasyonên dijî rejîma Tehranê nêzîkî “xeta dawî” dibin.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt got ku Serok Trump dê “serwextkirineke girîng” li ser Îranê pêşkêş bike, ku biryar e demjimêr 9’ê êvarî bi dema Washingtona paytext destpê bike.

Karbidestên rêvebirîya Trump dibêjin ku artêşa Amerîkayê armancên xwe yên leşkerî li Îranê pêk tîne, di nav de jî wêrankirina hêzên deryayî û asmanî yên Îranê, jinavbirina şiyan û kargehên çêkirin û avêtina mûşekên rejîma terorîst.

Serok Trump roja Sêşemê got ku Amerîka dikare vî şerê ligel Îranê “di nav du yan sê hefteyan” de bidawî bîne.

Trump di dema civînekê de li Koşka Sipî derbarê armancên leşkerî yên Amerîkayê axivî û got: “Me ew paşve vegerandine. Ewê 15 heta 20 sal biçin heta ku ew karibin tiştê ku me bi wan kiriye ji nû ve ava bikin.”

Serokê Amerîkayê dîsa dubare kir ku Amerîka dê rê nede Îranê ku çekekî navokî bidest bixe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG