Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasîma vekirina Pêşangeha 'Dewleta Mezin a Amerîkayê' ku di bîranîna 250 saliya serxwebûna welêt de beşdar bû ku li Washington DC a paytext pêkhat.
Serok Trump tevî hejmarek wezîr û berpirsên dewletê yên payebilind, wezîr, endamên Kongresê, kesayetî, hunermend û stranbêjên navdar, û bandên muzîka leşkerî beşdarî merasîmî bûn di nav de; Wezîrê Karên Hundir Doug Burgum; Wezîra Çandiniyê Brooke Rollins; Wezîrê Veguhestinê Sean Duffy; Seroka Protokolê Monica Crowley; efserê xaninişîn yê leşkerî Jocko Willink; CEO'ê Weqfa Tunel to Towers Frank Siller; û stranbêj Alexis Wilkins, Lee Greenwood, Christopher Macchio û Serhengê Topxaneyê Kevin Bennear beşdar bûn.
Di çalakiyê de gelek firînên leşkerî jî hatin pêşkeş kirin di nav de firîna firoka bombeavêj a kêm wêne 'B-2 Spirit' hebûn.
Serok Trump pêşî bîranîna 250 salîya serxwebûna Amerîkayê li gel pîroz kir û got ku niha Amerîka “Xwedî aboriyek bihêz, leşker bihêz û teknolojîyek pêşkeftî ye.”
Wî got jî ku dê “Îran qet ti carî nebe xwedî çekê navokî” herwiha got ku niha Îran ne xwedî leşkrek bihêze, ne aborî û nejî dikare mûşekên pêşkeftî hebe û tengava Hormuzê dê vekirî bimîne.
Serok Trump bal kişand ser aborî û buhayan li Amerîkayê û got ku dê gaz û benzîn hêjî erzantir bibe û galon dê dakeve di bin 3 dolarî de bigihje 2.50 dolar.
Serok Trump got jî êdî dê bac li ser gelek tiştan nemîne weke, bexşîş û sîgorteya civakî (Social Security).
Di beşekî axiftina xwe de got ku di serdema desthilata wî de rêjeya sûc û tawankariyê daketîye asta herî nizim û “Niha Washington DC ji her ciyekî din ê Amerîkayê bûye cihekî aram û bi ewle.”
Wî got ku paytext hatiye paqijkirin û gelek navend hatine nûjenkirin û modernîzekirin.
Serok Trump soz da ku gelek sîmbol û navendên geştiyarî, qadên navdar, monumênt û peyker li Washington DC werin nûjen kirin û got ku kar ji bo wê yekê hatiye kirin û tê kirin. Serok Trump got "Li benda kar û tiştên baş bin."
Li dawiya axiftina xwe serok Trump got, Amerîka Mezin dibe, zengîn dibe, saxlem dibe, ewle dibe, aborî bihêz û pêş dikeve.