Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê di dema Hilcivîna NATOyê de ku li Enqereyê hat lidarxistin, ji rojnamevanan re got ku ew bawer dike Îsraîl dê hêzên xwe ji başûrê Libnanê vekişîne.
Serok Trump got ku ew hîs dike ku Îsraîl dixwaze vê gavê bavêje, û diyar kir ku "Îsraîl û Libnanê karekî pir mezin kirin. "
Trump bal kişand ser Peymana bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû îmzekirin di navbera hikûmeta Libnanê û Îsraîlê de, li Washingtonê, û got "Peymana me ligel Îsraîl û Libnanê heye... Ez difikirim ku dê pir baş biçe serî. "
Ji alîyê xwe ve Serokê Libnanê Joseph Aoun îro Çarşemê ragihand ku ew li bendê ye serdana wî ya nêzîk bo Waşîntonê û hevdîtina wî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump encamên pir erênî ji bo Libnanê bîne.
Aoun got ku wî rêya danûstandinan hilbijartiyeyê, ji ber ku wî nexwestiye tenê wek temaşevan li welatê xwe binêre ku ji bo berjewendiyên welatekî din ber bi xwarbûn û rûxandinê ve diçe. Aoun tekez kir ku ev pêngava danûstandinan ji aliyê piraniya gelê Libnanê ve tê piştgirîkirin, bi taybetî ji aliyê civata Şîe ve ku di şerên li başûrê welat de zirara herî mezin dîtine.
Balyozxaneya Libnanê ya li Waşîntonê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Libnanê Joseph Aoun wê li 21ê Tîrmehê serdana paytextê Amerîkayê û ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive.