Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Trump Wê bi Serokên Ukrayna û Sûrîyê re Bicive

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Karbidestekî payebilind yê Amerîkî îro Yekşemê got ku Serokê Amerîka Donald Trump wê vê hefteyê li Tirkîyê li Hilcivîna NATO’yê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re bicive.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê wê 7 û 8’ ê Tîrmeha 2026’an de li Enqera paytexta Tirkîyê were lidarxistin. Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê mazûvanîya Hilcivînê bike.

Çaverêye ku Serok Trump roja Sêşemê (7’ê Tîrmehê) biçe Enqerê û bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Koşka Spî dîyar kir ku Trump wê bi serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şeri' re jî bicive û konferanseke rojnamevanî lidar bixe.

Karbidestê payebilind yê Amerîkî ku nexwest navê wî were aşkerekirin li ser rêwîtîya Trump ya Hilcivîna li Enqerê agahî dan.

Li gor ragihanda wî karbidestî Trump wê roja Çarşemê bi Zelenskyy re hevdîtineke bike da ku çawabûna qedandina şer nîqaş bike.

"Qada şer di çend mehên dawî de bi awayekî diyar wek xwe mane û ti alî jî zêde pêşketinê çênakin," karbidest got.

Karbidest anî ziman ku pêkan e Trump piştî civîna hevdîtina bi Zelenskyy re bi Putin re jî biaxife.

Wî bi berdewamî anî ziman ku "Serok xwedî hestek rastîn ya lezgîn e ku hewl bide vê rewşê rawestîne."

Heman karbidestî destnîşan kir ku Trump wê herwiha ji hevbendên NATO’yê bixwaze ku lêçûnên xwe yên berevanîyê zêde bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG