Ajansa nûçeyan Axios, ji ser zarê du berpirsên Amerîkî ragihandîye ku serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtinekê de li Koşka Spî li hev kirine ku hinardekirina nifta Îranê bo Çînê kêm bikin.
Berê, serokê Amerîkayê gotibû ku Amerîka bi Hindistanê re li hev kiriye ku kirîna nifta Îranê û hawirdekirina niftê ji Venezuelayê rawestînin.
Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê roja Şemêyê ji ajansê re gotiye ku Amerîka û Îsraîlê tekezî li ser xurtkirina siyaseta "fişara herî zêde" li dijî Komara Îslamî kirine, di nav de jî firotina nifta Îranê bo Çînê.
Donald Trump her wiha gef xwariye ku dibe ku Amerîka bacên 25% li ser welatên ku bi Komara Îslamî re bazirganîyê dikin bisepîne.
Kêmbûna firotina niftê ji Îranê dikare bibe sedema daketina nirxa pereyên Îranê, ji ber ku pereyên kêmtir dikevin xezîneya Komara Îslamî.
Di Sibata 2025an de, nêzîkî du hefteyan piştî ku dest bi kar kir, serok Trump bi îmzekirina yadaştekê bi fermî siyaseta xwe ya "fişara herî zêde" li dijî Komara Îslamî ji nû ve dest pê kir.
Çîn zêdetirî 80% ji hinardekirina nifta Îranê pêk tîne, û her kêmbûna vê bazirganîyê dikare bibe sedema kêmbûna dahata niftê ya Tehranê.