Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew ê roja Yekşemê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê biaxive.
Netanyahu got ku ew li bendê ye ku serdana Trump a Çîn û Îranê bi serokê Amerîkayê re nîqaş bike.
Rojnameya Times of Israel ragihand ku Netanyahu dê êvarê li ofîsa xwe ya li Orşelîmê bi alîkar û wezîrên xwe yên payebilind re civîneke şêwirmendiyê li dar bixe.
Yek ji wezîrên ku dê beşdar bibe, ji dezgeha medyayî ya Îsraîlê re got ku di van hevdîtinan de, ku pir caran wekî "kabîneya biçûk a ewlehîyê" têne binavkirin, bi gelemperî Wezîrê Derve Gideon Sa'ar, Wezîrê berevanîyê Israîl Katz, Wezîra Darayî Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlekarîya Neteweyî Itamar Ben Giver beşdar dibin.